ÎSTANBÛL
Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden ji bo ku hin têkiliyan dayne hat Tirkiyeyê.
Xanima Bîden jî bi wî re hat Tirkiyeyê û Bîden li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê tu daxuyanî neda.
Joe Bîden di seyehata xwe ya derveyî welêt de piştî Fas û Ûkraynayê hat Tirkiyeyê. Bîden dê bi Sorokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bike.
-Beriya xwarina xebatê ya li Dolmabahçeyê daxuyaniya çapemeniyê
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden di Ofîsa Serokwezîrtiyê ya li Dolmabehçeyê di xwarina xebatê de hatin bal hev.
Davutoglu û Bîden beriya hevdîtinê hiştin ku rojnamevan wêneyên wan bikşînin û daxuyanî dan.
Davutoglu got ji ber ku li Tirkiyeyê mazûvantiya Bîden dikin kêfxweş in û diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û DYAyê yek ji têkiliyên herî organîze yên pergala navneteweyî ye û gelekî kevn e.
Davutoglu got ku Tirkiye û DYA piştî şerê sar di gelek bûyerên cîhanî de bi hev re tevgeriyan û wiha axivî: "Me dîsa bi hev re ji bo qeyranên ku di serî de li Bosna û Kosovayê yên ku piştî şerê sar derketin re çareserî dîtin. Piştî 11ê îlonê di serî de Efganistan me ji bo terora navneteweyî bi hev re têkoşîn da. Me piştî qeyrana cîhanî ya 2008an di G-20ê de bi hev re hewl da ku ji bo qeyrana aboriyê ya navneteweyî çareseriyan bibînin. Em niha jî di serî de Rojhilata Navîn li gelek herêmên qeyranê yên navneteweyî hewl didin ku bi nêrînên hevpar van qeyranan çareser bikin."
Davutoglu bi bîr xist ku Bîden ji Ûkraynayê ew bi xwe jî ji Iraqê hat û got ku helwesta Tirkiye û DYAyê ya ji bo herêmên qeyranê, di çareserkirina qeyranan de faktoreke gelekî girîng e.
Davutoglu got ku bi taybetî di van demên dawîn de di mijarên li Sûriye û iraqê têkoşîna li dijî DÎŞIyê û sûcên ku rejimê li Sûriyeyê kirin de di nav têkliyên xurt de ne. Davutoglu got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdigan di Zîrveya NATOyê de bi Serokê DYAyê Barack Obama re di vê çarçoveyê de hevdîtin kirin û hefteya borî jî min derfet dît ku li Awistralyayê di Zîrveya G-20ê de bi Obama re îstişareyê bikim.
Davutoglu qal kir ku her du welat li Washington û Ankarayê li ser îstixbarat, dîplomasî û rayeyên leşkerî gelek hevdîtin kirin û wiha axivî:
"Ev ziyareta Birêz Bîden li ser van hemû binesaziyan ji bo îstişareyeke berfirehtir bingeheke gelek guncav ava dike. Ez ji ber vê serdana wî ya di wextê de spasiya wî dikim. Her wiha em dê tabi kî li ser muzakereyên Qibrîsê jî bisekinin. Dema birêvebirên tirk û DYAyî tên bal hev dosye tu carî bu temamî xilas nabe, wext jî têrî nake. Em dê bêhnek din wan îstişare bikin, sibê jî di civîna Konseya Atlantîkê de bi hev re xitabî guhdarvanan bikin. Ez dîsa dibêjîme wî ku "Hûn bi xêr hatin."
"Em wek her du alî ji hev gelek bawer in"
Joe Bîden jî got ku "Em hev ji zû ve nas dikin û em ji mêj ve dostên hev in. Ez ji ber ku li Tirkiyeya hem dos hem jî mutefîkê NATOyê ye me, gelekî kêfxweş im. Dost hev di meraqê de nahêlin."
Bîden got ku xebatên hevpar ên li Bosna û Kosovayê tên bîra min û wiha axivî: "Em di gelek mijarên hem herêmî hem jî navneteweyî yên gelek dijwar de bi hev re û her dem bi awayekî gelek baş xebitîn. Hevkariya me ya leşkerî gelek xurt e û em ji hev gelek bawer dikin. Ez dixwazim vê jî bibêjim: Dema min herî dawî serokwezîr dît ew wezîrê karên derve bû. Ew derbasî asteke bilndtir bû lê ez hê jî arîkarê serok im. Divê ez di vê mijarê de jê dersê bistînim."
Davutoglu û Bîden piştî daxuyaniyê derbasî xwarina xebatê bûn.
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser mijarên li Sûriye û Iraqê têkoşîna dijî DÎŞIyê, mizakereyên çareseriyê yên li Qibrîsê û ewlehiya vejenê axivîn.
Bîden û Davutoglu li Qesra Dolmabahçayê xwarin xwarin.
Hat destnîşankirin ku Bîden û Davutoglu li ser mijarên li Sûriye û Iraqê têkoşîna dijî DÎŞIyê, mizakereyên çareseriyê yên li Qibrîsê û ewlehiya vejenê axivîn.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî: "Her du siyasetmedaran li ser mijarên bêhêzkirin û têkbirina DÎŞIyê, li Sûriyeyê verastkirina siyasî û alîkariya ji bo hêzên Iraq û mixalifên Sûriyeyê li hev kir."