DIYARBAKIR
Serokbajara Diyarbekirê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zubeyde Zumrutê mohra deriyê "dibistana kurdî" qetand û bi koma li cem xwe re ket dibistanê.
Hatibû ragihandin ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê wê di Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê de perwerdeya bi kurdî bihata dayîn, lê bi hinceta ku dibistan bê destûr e walîtiyê dibistan mohr kir. Piştî mohrkirina dibistanê Serokbajara DBPê Zumrutê li ber dibistanê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Zumrutê bi Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê re li ser pêvajoya dibistanê daxuyanî da çapemeniyê.
Zumrutê bi kurdî daxuyanî da û wiha got: "Em vê qedexeyê qebûl nakin. Em ê zincîran bişkênin û bi gotina gel bikin."
Piştî daxuyaniyê Zumrutê mohra deriyê dibistanê qetand û bi kesên li cem xwe re ket dibistanê.