Zumrut di civîna çapemeniyê ya li otêlekê hat lidarxistin de axivî û got: "Daxwaza herî mezin a gel ew e ku Abdûllah Ocalan derbikeve li ser dika newrozê."
Zumrut got ku par bi nameya Ocalan dest bi bernameya newrozê kirine û wiha dewam kir:
"Gel êdî di şûna xwendina nameyên Ocalan de, dixwaze Ocalan li ser dika newrozê bibîne. Gel dixwaze ku Ocalan derbikeve li ser dika newrozê û bi wan re li ser pêvajoya çareseriyê nîqaşan bike. Dema me bername amade dikir ev ji me pir hat xwestin. Şivan Perwer venexwendine newroza dê di 21ê adarê de li Diyarbekirê bê lidarxistin. Dibe ku di pêşerojê de pê re hevdîtin bê kirin."
Li ser navê Komîteya Tertîbê ya Newrozê ya Diyarbekirê Veysel Ozhektî axivî û ragihand ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Serokê PYDyê Salih Muslim û Asya Abdullahê digel xanima Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Xêro Ehmed Îbrahîm Talabanî hatine vexwendin.