DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanakê got: "Ez ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê namzet nînim û min ji bo vê jî serlêdan nekiriye."
Kişanakê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdiayên der barê wê ku dê ji bo Seroktiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê bibe namzet derewandin.
Kişanakê bi bîr xist ku di partiya wan de pergala hevserokatiyê heye û wiha dewam kir:
"Di kongreyê de ez ji bo hevserokatiyê hatim hilbijartin. Heke ez îstifa bikin û bibim namzet lazim e ku em careke din kongreyê bikin. Di vê pêvajoyê de ev ne mimkun e. Lijneyên berpirsyar dê serlêdanan binirxînin. Ez ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê namzet nînim û min ji bo vê jî serlêdan nekiriye."