Haydar Şahin
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Kemal Okemê Balyozê Tirkiyeyê yê Tel Avîvê yê ku piştî bûyerên li Filistînê Wezareta Karên Derva ji bo îstişareyê gazî kiribû hat Enqereyê.
Teyareya ku Okem pê hat Enqereyê di saet 13.05an da dakete Balafirgeha Esenboxayê.
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê piştî civîna Lijneya Wezîran a duh daxuyanî dabû û diyarkiribû ku ji bo îstişareyê gazî balyozên Tel Avîv û Washingtonê yên Tirkiyeyê kirin ku werin Enqereyê.
- Barkirina balyozxaneya Amerîkayê
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 6ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike û ew ê balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin.
Ligel hemû bertekan duh bi merasimê balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê kiribûn.
Leşkerên Îsraîlê êrîşî welatiyên Filistînê yên li nêzî sînorê Xezeyê ji bo biryara Amerîkayê û Nekbeya (Felaketa Mezin) salvegera avakirina Îsraîlê ya 70yî protesto bikin kom bibûn kirin, 60 welatiyên Filistînê şehîd kirin û ji 2 hezar û 770yî zêdetir kes jî birîndar kirin.