Nihat Kavşut
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo wê di 4ê Hezîranê da li Washingtonê bicivin.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Çavuşoglu û Pompeo wê li Washingtona paytextê Amerîkayê di 4ê Hezîranê da bicivin.
Li gor agahiyan tê texmînkirin ku Pompeo û Çavuşoglu li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, têkiliyên dualî û şerê dijî PKK û FETOya rêxistina terorê biaxivin.
Çavuşoglu û Pompeo 27ê Nîsanê li Brukselê dema Civîna Wezîrên Karên Derva ya NATOyê da hatibûn bal hev.