TBMM
Çar parlamenterên HDPê li meclisê dest bi greva birçîbûnê kir.
Hevserokê HDPê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku wan her tim baweriya xwe bi wê yekê aniye ku divê 5 parlementerên BDPê yên girtî bên berdan û ji bo vê dixebitin.
Kurkçu wiha axivî: "Em wisa difikirin ku ev biryareke kanc e. Li gor me mafê dadgehan tune ku biryareke wiha bidin. Lewra heke Dadgeha Makezagonê ya herî bilind e, divê dadgehên din jî li gor biryarên wê tevbigerin. Ji bo kurdan û parlementerên kurdan hiquqeke cuda, ji tirk û parlamenterên tirk hiquqeke cuda. Bi vê tevgerê aştî, xebatên çareseriyê ji bin ve dînamîtkirin e û li Tirkiyeyê deriyên dubendiyê verikine. Em hewl didin ku ev biryar paşve bên hildan. Ev biryar siyasî ne û tu eleqeya wê bi hiqûqê tuneye."
Kukçû wiha dewam kir:
"Her çiqas fikarên Serokê meclisê hebin jî bi ya me tevgera me rast e û cihê wê jî li vir e. Em ê beşdarî xebatên Lijneya Giştî bibin. Em ê di navbera Lijneya Giştî û kulîsê de çalakiya xwe bidomînin. Wekîlên din jî dikarin beşdarî me bibin."
Li ser bibîranîna axaftina Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ku gotibû "Meclis cihê çalakiyê nîne" Kukçu wiha got: "Li gor me ev fikr ne rast e, lewra çalakî heye, çalakî heye. Em ê di kulîsê de nedin bezê. Lê ma cihekî din yê ku em îtirazên xwe nîşan bidin heye? Serokê Meclisê di odeya xwe de van gotinan dibêje ev nabe çalakî, ya me dibe çalakî? Çalakiya parlementeran ev e, ango îtirazkirin e."
Parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî wiha axivî:
"Biryara dadgehê hikmê meclisê, şeref û heysiyeta meclisê binpê kiriye. Serokê Meclisê heta ku îtiraza demokratîk a parlamenteran re dibêje 'çalakî', bila ji bo berdana parlamenteran seferber bibe. Wê demê ew ê li gor meqamê xwe tevbigere. Lewra ev ne bi tenê ji bo parlementerên kurd e, ji bo îradeya hatiye hilbijartin jî gefxwarin e. Heke wisa şerefa xwe difikire, di nav deh deqîqeyan de dikare dadgehên xwedî desthilatdariyên taybet betal bike. Bi ya min bila serê xwe li ser vê biêşîne û ji bo vê bixebite."
Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Levent Tuzel ji wiha got: "Bêaramiya ev 2,5 nîv e dewam dike bila divê bi dawî bibe. Em dixwazin ku heta ku hevdîtinên butçeyê biqedin 5 hevalên me li vir bin."
Hevseroka HDPê Sebahat Tuncel jî beşdarî daxuyaniyê bû.