TBMM
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek der barê grêva birçîbûnê ya ku dê HDPyî îro bidin destpêkirin de got ku "Parlemento cihên axaftinê ne, cihên çalakiyan nînin. Heke parlemento bibe wekî cihê çalakiyan, ez ditirsim ku di dahatûyê de rewşên ku me hemûyan tengezar bikin, derkevin."
Serokê TBMMê Çîçek bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa "Piştî biryara Dadgeha Destûrê Mûstafa Balbayê CHPyî tehliye bû lê parlementerên BDPyî tehliye nebûn. Divê em vê yekê çawa bibînin?" wiha axivî: "Ez hincetê baş nizanim lê gor qisma ku di çapemeniyê de derketiye tê gotin ku ' ev nabe mînak, ji ber ku wan bixwe serî lêneda. Di serîlêdana şexsî de kî serî lê bide, der barê wî/wê de biryar derdikeve, di serlêdanên der barê kesên din de encamek jê dernakeve.'
Çîçek diyar kir ku bingeha biryara Dadgeha Destûrê der barê binpêkirina mafên girtîbûna dirêj de ye, divê em vê yekê wiha fehm bikin. Çîçek wiha axivî: "Ev yek tiştekî wisa ye ku ji parlementerbûnê wêdetir e, kî di nav maweya girtîbûna dirêj de be divê bê tehliyekirin. Divê qanûn wiha bê şîrovekirin. Bi ya min divê mînak bûn an nebûna wê pişt re bê nirxandin. Heke di dosyeya ku lê tê nêrîn de, kes ji maweya ku divê bihata girtin zêdetir girtî bimîne ev yek binpêkirina mafan e. Parlementerbûn an nebûna wê mijareke din e, divê pişt re bê axaftin. Heke parlementer be sedemeke din li ser zêde dibe, ew çax ew kes jî nikare peywira xwe ya nûnertiyê bi cî bîne. Divê ew çax em careke din li ser van mijaran bifikirin."
- "Grêva birçîbûnê ya parlementerên HDPyî"
Hat bibîrxistin ku 4 parlementerên HDPyî biryar dan ku dest bi grêva birçîbûnê bikin, li ser vê yekê Çîçek wiha axivî: "Rast nîne ku ez li ser her bûyerê biaxivim. Parlemento cihên axaftin û muzakereyê ne, cihên çalakiyan nînin. Heke parlemento bibe wekî cihê çalakiyan, ez ditirsim ku di dahatûyê de rewşên ku me hemûyan tengezar bikin, derkevin. Divê em haj pê hebin, em vê yekê dikin da ku ji pirsa 'çima tehliye nebûn' re bersivê bibînin. Lê heke ev kar wiha dest pê bikin û pişt re siberoj yekî din bê û çalakiyeke din li dar bixe em ê li parlementoyê çawa muzakereyê bikin, em ê sikûnetê çawa bi dest bixin, dê aramî çawa çêbe? Divê hevalên me vê yekê baş bifikirin."