Zozanî pirtûka bi navê "Kejê" di sala 2001an de ya bi navê "Mişextî" jî di sala 2009an de nivîsiye. Di "Kejê" de qala xortekî ku di navbera evîn û siyasetê de maye tê kirin. Di "Mişextî"yê de jî qala efserek û xortekî kurdê ku ewilî li serê çiya hev dibînin û li dadgehê jî leqayî hev tên dike. Ji bilî vê mijarê di pirtûkê de li ser pirsgirêk û nasnameyên civakî jî hatiye sekinîn.
Zozanî der barê bexşa pirtûkên xwe de agahî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku lazim e di pirtûkxaneyê de berhemên parlementeran jî hebin û wiha dewam kir: "Wek parlementerekî heqê min heye ku ez pirtûka xwe bidim pirtûkxaneya meclisê. Min xwest bila bê zanîn ku min çi nivîsiye û bila ev jî di pirtûkxaneyê de cih bigre. Parlementerên ku dizanin kurdî bixwînin ez dixwazim bila van pirtûkan bixwînin. Lê mixabin hejmara parlementerên ku bi kurdî dizanin û dixwînin kêm e. Mixabin zimanekî ku li vî welatî zimanê bi milyonan însanî ye ji aliyê nûnerên gel ve qet nayê zanîn. Ne fehm dikin, ne dikarin bixwînin û ne jî dizanin bi vî zimanî binivîsînin."
Zozanî destnîşan kir ku niha jî ji bo pirtûka xwe ya sêyemîn dixebite lê ji ber ku dema wî zê de tuneye wexta derxistina pirtûkê jî nediyar e. Di vê pirtûka ku hêj ne amade ye de jî qala jiyana "Kurdekî Zana" tê kirin.
Gelek romanên kurdî yên ku hatine weşandin hene. Zozanî ji bo vê jî got: "Li Tirkiyeyê mirov ji ber ku bi pêşdaraziyê li hev mêze dikin, xweşikiyên li derdora xwe nabînin. Heke em xwe ji van nêrînên nexweş xelas bikin, wê çaxê em ê xezîne û xweşikiyên li derdora xwe jî bibînin. Lazim e ji bo hemû zimanên ku li ser vê erdnîgariyê beşên wêjeyê û enstutiyên wan hebin."