DIYARBAKIR
Di xwepêşandaên ku bi hinceta DÎŞIyê li Diyarbekirê hatin krin de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, huseyîn Dakak û Riyad Guneş bi awayekî hovane hatin kuştin. Parêzerê Yasîn Boru û hevalên wî Abdûlganî Orhan û Serokbajarê Huda-Parê yê Diyarbekirê Şeyhmûs Tanrikûlû ji ber girina 7 kesên der barê kuştina Boru û hevalên wî de civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji ber ku gumanbar derxitin dadgehê malbatên ku di bxwyeran de xizmên wan mirin, berê nîvro li ber dadgehê kom bûn û heta encam ji dadgehê derket wir man. Malbatan gelek caran tekbîr anîn û li dijî PKKyê dirûşme berz kirin.
Tanrikûlû piştî mehkemeyê der barê girtinan de daxuyanî da û diyar kir ku di xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta Kobanêyê hatin kirin de gelek êrîşên mezin li ser can û malê welatiyan hatin kirin. Tanrikûlû îdia kir ji ber ku mirov ji ber ku tenê rijên wan hebûn hatin qetlkirin.
Tanrikûlû parast digel ku ji ser bûyeran re du meh derbas bûn jî lê dîsa ji kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûn tu kes nehatin girtin û got ku "Serokwezîr di daxuyaniya xwe ya du rij berê de got ku wek bersûcê kuştina Yasîn Boru 16 kes hatin girtin."
Tanrikûlû diyar kir ku Boru û hevalên wî bi awayekî wisa hovane hatin kuşin ku li cîhanê tu mînakên wê tunin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Qet nebe em niha hîn bûn ku 7 kes hatine binçavkirin. Wek gel û raya giştî daxwaza me ew e ku ew kesên ku ji ber wesfên xwe yên îslamî, ji ber cil û bergên xwe wek hedef hatin nîşandan û hatin kuştin jî yên ku wan kuştin jî bila demildest bên dîtin. tu tiştê yek ji wan kesê ku hatin kuştin jî ji Yasîn Boru û hevalên wî kêm nîne."
Parêzerê Boru û hevalên wî Orhan jî diyar kir ku 7 kesên ku tevî kuştina Boru û hevalên wî bûne hatin girtin û wiha axivî: "Her çiqas dereng jî be em bi operasyonekê girtina van erênî dibînin. Înşallah operasyonên din jî ser hev bên kirin. Kesên ku sûc kirine derxînin holê."
Malbatên ku li ber edliyeyê kom bibûn piştî daxuyaniyê belav bûn.