MERSÎN
Serşêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk: "Heger AK Partî nebûya wê li Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê PKK bibûya desthilatdar. Li Wan, Hekarî, Mûş, Agirî û Bidlîsê MHP heye? Na. CHP heye? Na. Li van deran CHP ji MHPyê jî kêmtir ray digire."
Çelîk li Mêrsînê beşdarî Kongreya Asayî ya 3yemîn a Serokatiya Navçeya Mezîtliyê ya AK Partiyê bû.
"BDP siyaseta nijadî dike"
Çelîk destnîşan kir ku AK Partî siyaseta nijadî nake û wiha dewam kir: "BDP siyaseta nijadî dike. BDP di kurdperweriyê de siyasetê dike. Em nijadperestiyê red dikin, em nijadperestiya tirkan jî ya kurdan jî red dikin. Em birayên hev in û li vî welatî 77 milyon însan wek hev in û welatiyên vî welatî ne. Em ê rê nedin tirkperwerî û kurdperweriyê. Heger AK Partî nebûya wê li Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê PKK bibûya desthilatdar. Li Wan, Hekarî, Mûş, Agirî û Bidlîsê MHP heye? Na. CHP heye? Na. Li van deran CHP ji MHPyê jî kêmtir ray digire. Hevalên guh nadin gefên PKKyê û li gundên Başkaleyê, Şirnex û Hekariyê têkoşînê didin."
Çelîk bi bîr xist ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu bangî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir û got ku "Here Tunceliyê" û wiha dewam kir: "Ew jî çû Tunceliyê, çû walîtiyê. Ji wî tirê Tuncelî avahiya walîtiyê ye."