Nihat Kavşut
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ANTALYA
Çavuşoglu: "Di nexşerêya Minbicê de wê hevkariyeke 4 alî were kirin: Tirkiye, Amerîka, Bexda û Hewlêr. Lewra PKK di heman demê de dijminê Hewlêrê ye."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Nexşerêya Minbicê) Wê çekên di destê YPGyê da bên hildan."
Çavuşoglu: "Piştî ku modela Minbicê hat temamkirin em ê li qadên din jî bisepînin. Em ê li qadên ku bi destê YPGyê hatine dagirkirin jî bisepînin. Di lihevkirina me da ev jî heye."
Çavuşoglu: "YPG dema ji Minbicê derkeve dê çek bêne wergirtin. Dema pêvajoya vekişînê qediya dê çek jî di destê wan de nemînin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Nexşerêya Minbicê) Gavên ku bên avêtin him ji bona pêşeroja Sûriyeyê û him jî ji bona têkiliyên me yên bi Amerîkayê ra baş bibin firsend e. Loma jî divê nexşerê bi temamî bi cî were. Li herdu terefan jî biryardarî heye."
Çavuşoglu: "Em di hêzên ewlehiyê de û di rêveberiyê de saziyeke ji YPG/PKKê pêkhatî qebûl nakin, em rêveberiyeke ku ew tê de hebin jî qebûl nakin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Nexşerêya Minbicê) Wê rola dewleteke sêyemîn tunebe. Fransa, Îngilistan û Belçîka jî di nav da ne. Wê tu dewleteke sêyemîn tunebe."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Niha em ê li Minbicê vê nexşerêyê bisepînin û peyra li bajarên din em ê dest bi sepandina nexşerêyê bikin. Wê çaxê helwesta Amerîkayê eşkere dibe. Wê YPGyê bikşîne yan na? Di nav wan da gelek Ereb jî hene. Me got em HSDyê nizanin, li gorî me hemû eynî ne û YPG/PKK ne."
Çavuşoglu: "Di nexşerêya Minbicê de wê hevkariyeke 4 alî were kirin: Tirkiye, Amerîka, Bexda û Hewlêr. Lewra PKK di heman demê de dijminê Hewlêrê ye."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "YPG/PKK rêxistina terorê ye. Em nikarin bajaran teslimî rêxistinên terorê bikin. Li ciyên ku Ereb hene wê Ereb di rêvebirî û ewlehiyê da hebin. Heger Kurd zêde bin di ciyê YPG/PKKyê da Kurdên din hebin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Pêşiyê wê YPG/PKKyî derkevin û dema vekişiyan wê çekên wan bên komkirin. Wê herin rojhilatê Feratê."