PKKya rêxistina terorê ya çalakiyên ku şeht li atmosfera aramî û ewlehiyê ya Tirkiyeyê dide, dike dig êrîşên xwe de digel avahiyên hêzên ewlehiyê û kamûyê partiyên siyasî jî xist hedefa xwe.
Rêxistina terorê ya dabeşker di pêvajoya hilbijartina herêmî û ya serokomariyê de hin êrîş kiribûn û rêxistinê bi taybetî piştî hilbijartina giştî ya 7ê hezîranê de êrîşên xwe zêde kirin.
Mensûbên rêxistinê û alîgirên wan beriya hilbijartina giştî bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tehdeya wekî "Dengê xwe bidin HDPyê" kir. Digel ku HDP di hilbijartinên 7ê hezîranê de ji benda sedî 10 derbas bû jî êrîşên xwe zêde kirin û berdewam kirin.
-Partiyên siyasî jî xistin hedefa xwe
PKKyê di êrîşên xwe de partiyên siyasî jî xistin hedefa xwe. Rêxistina terorê ya dabeşekr bi taybetî êrîşên bi bombe birin ser avahiyên AK Partî û Partiya Hur Davayê (Hudapar).
Di vê meha dawîn de (tebax/2015) terorîstan 3 caran bi bombeyan êrîşî Serokatiya Bajêr a Diyarbekir a AK Partiyê kir. Di van êrîşan de 2 polês birîndar bûn, avahiya partiyê xisar dît, TOMAya li ber derê avahiyê ya ku ji bo ewlehiyê dabûn wir jî şewitî.
Rêxistinê her wiha rêxistinên civakî yên sivîl ên ku destê alîkariyê dirêjî mirovên li herêmê dike jî xist hedefa xwe. Terorîst û alîgirên rêxistinê êrîş birin ser hin avahî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê.
-Şaredarê berê û muxtar revandin
Di sala 2014an a ku welêt ket nav atmosfera hilbijartinê demek kurt piştî hilbijartina herêmî ya di 30yê adarê de (di 17ê nîsanê de) endamên rêxistina PKKyê nêzî gundê Kurşunluya girêdayî Dîcleya navçeya Diyarbekirê 4 kesên ku di nav wan de Abît Dogruerê Şaderê berê yê bajaroka Bukardiya girêdayî Aricaka navçeya Elezîzê jî hebû, revandin.
Terorîstan Dogruer û kesên bi wî re piştî 3 rojan serbest berdan, piştî demekî kurt di 8ê gulana 2014an de jî rêxistinê Suleyman Belgeyê muxtarê Taxa Kilavuzê ya girêdayî Dargeçîta navçeya Mêrdînê li ber çavê malbata wî revandin û birin ciheke ku nayê zanîn. Belgeyê ku bavê wî gundparêzê cangorî ye piştî hefteyekê serbest berdan.
Di bûyereke din a li Lîceya navçeya Diyarbekirê de PKKyiyan xwestin ku di 17ê gulana 2014an de li gundê Kiyiyê Mîkaîl û Alî Ayikê endamê Huda Parê birevînin, li ser vê yekê di navbera endamên rêxistinê û gundiyan de rageşî derket û di encama rageşiyê de Alî û Mîkaîl Ayik jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu dema ku birîndar ziyaret kirin diyar kir ku êrîş bi hilbijartinên herêmî re eleqedar e.
-Gundparêz jî revandin
Bi qasî 2 meh beriya hilbijartinên serokomariyê komeke PKKyî Serokê Navçeyê yê Huda Parê yê Dîcleyê Ercan Alparslan revandin û piştî 4 rojan Alparslan serbest berdan.
Di 13ê hezîrana 2014an de biraziyê Mehmet Demîrê endamê AK Partiyê yê Meclisa Giştî ya Bajêr a Qersê, Ramazan Demîrê ku di îstasyona neftê ya nêzî gundê Akçayê dixebite ji aliyê terorîstan ve hat revandin.
PKKyê tehdeyê li gundparêzên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di têkoşîna bi terorê re de arîkariya leşkeran kirin, kir ku dev ji çekan berdin. Terorîstên ku gundparêz xistin hedefa xwe di 4ê temûza 2014an de 3 gundparêz revandin. Gundparêzan piştî 36 rojan serbest berdan.
Terorîstan di 11ê tebaxa 2014an de agir bi avahiya Komeleya Piştevanî û Arîkariyê ya Malbatên Şehîd û Gundparêzên Berwext ê Mêrdînê xistin û bûn sedem ku di avahiyê de xisarê madî çêbe, dosyeyên ku tê de agahiyên endaman hene zirarê bibînin.
Terorîstan her wiha li Heniya navçeya Diyarbekirê di 11ê hezîrana 2014an de rê birîn û dest danîn ser melzemeyên arîkariyê yên di wesayîta ku Weqfa Arîkarî û Piştevaniyê ya ku Qaymeqamtiya Lîceyê ji hewcedaran re dişand.
Piştî hilbijartina serokomariyê ya ku li Tirkiyeyê di 10ê tebaxa 2014an de hat kirin PKKyê çalakiyên xwe yên ser partiyên siyasî berdewam kirin. PKKyê di 22yê cotmeha 2014an de li Karliovaya navçeya Bingolê êrîşa çekdar birin ser Fethî Yalçinê endamê Huda Parê. Yalçinê ku di bûyerê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û Yalçin li Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê mir.
-Êrîşên beriya hilbijartina 7ê hezîranê
Rêxistina terorê ya dabeşker çalakiyên xwe yên ser partiyên siyasî di sala 2015an de jî berdewam kirin.
Beriya hilbijartinên giştî yên 7ê hezîranê di serî de Diyarbekir û Wan li hin navçeyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê mensûb û alîgirên rêxistina terorê gelek êrîş birin ser buroyên têkiliyê yên hilbijartinê, serokatiyên bajêr û navçeyan û siyasetmedaran.
Endamên rêxistinê û alîgirên wan her wiha beriya hilbijartinên giştî li herêmê tehdeyê li gel kir ku "Dengê xwe bidin HDPyê."
Li Sêrtê muxtarê gund û li Şirnexê jî du endamên Huda Parê hatin kuştin. Li Wanê dîtbariya li bîlboardan a wekî "muslixa ku jê xwîn tê" û bikaranîna îlanên ku serê "bergiriyên xwe bigirin ma hûn natirsin?" nivîsandî, pankarta ku li Erdîşê hat daliqandin û serê "Qedexe û bi xetere ye ku ji bilî HDPyê partyek din bikeve hûndir" nîşan didin ku vîna hilbijartinê ya hilbijêran di bin tehdeyê de ye.
-Hin êrîşên beriya hilbijartinên giştî
Li Bismîla navçeya Diyarbekirê di 22yê kanûna paşîn a 2015an de terorîstan bombeya dengê avêtin Avahiya Bajêr a AK Partiyê û di avahiyê de bûn sedema xisarê.
Li Sêrtê êrîşa çekdarî birin ser Mustafa Turhanê (43) muxtarê gundê Baggozeyê û Turhan di êrîşê de mir. Der barê bûyerê de kesekî ku mensûbê PKK/KCKyê ye hat girtin.
Li Tûşbaya navçeya Wanê di 9ê gulanê de bi keviran êrîşî buroya têkiliyê ya hilbijartinê ya AK Partiyê kirin, camên buroyê şikestin û afîşên wê jêkirin. Li Îdila navçeya Şirnexê jî 2 kesên ser motorsîkletê zarokên Mehmet Emîn Bozkurtê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê tehdît kirin.
Li Sêrtê piştî mitînga Serokwezîr Ahmet Davutoglu a di 28ê gulanê de komeke ji buroya hilbijartinê ya HDPyê 3 ji wan jin 4 endamên Şaxên Ciwaniyê yên AK Partiyê derb kirin.
Komeke HDPyî di 29ê gulanê de hat Kozlucaya gundê Îdila navçeya Şirnexê û xwestin ku alayên partiyê daliqînin. Kesekî di nav koma ku bi endamên Huda Parê re ketin nav nîqaşê gule barandin. Di bûyerê de Muhammed Şerîf Şîmşek (34) û Abdulcelîl Talayhanê (38) ku di bûyerê de bi xedarî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêybînê ya Mêrdînê û digel midaxaleyê birîndar mirin.
Li Xelata navçeya Bidlîsê jî di 3yê hezîranê de komeke HDPyî êrîşî konwoya AK Partiyê kir, di êrîşê de namzedeê ji rêza 3yem a AK Partiyê Fatîh Kadirlioglu û Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Bajêr a AK Partiyê Cengîz Şahîn bi kêrê birîndar bûn.
-Bi "têlan" wesayîtên hilbijartinê parastin
Beriya hilbijartinên giştî li Diyarbekirê (23yê gulanê) û li Muradiyeya navçeya Wanê (1ê hezîranê) bi keviran êrîşî otobêsa hilbijaritnê ya AK Partiyê kirin.
Li Wanê her wiha teşkîlatên bajêr ên AK Partî û Partiya Saadetê di xebatên hilbijartinê de ji bo ku ewlehiya canê kesên ku di xebatên hilbijartinê de peywirdar in pêk bînin bi têlê camên aliyan ên wesayîtên anonsê girtin.
-Êrîşên piştî hilbijartinê
Di 9ê hezîranê de êrîşî Aytaç Baranê Serokê Îhya Derê û endamê Huda Parê kirin û Baran di êrîşê de mir. Bûyerên ku piştî êrîşê derketin de 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Bi tifinga bi pompe, kevir û çovan êrîşî Şaredarê bajaroka Dagpinara girêdayî Dîgora navçeya Qersê Omer Vargun û xwarziyê wî Gokhan Erkmen kirin, di êrîşê de Erkmen ji serê xwe birîndar bû.
Koman di 19ê temûzê de bi molotofan êrîşî mala Mehmet Demîrê endamê AK Partiyî yê Meclisa Bajêr a Qersê ya li Taxa Şahîndereyê kirin, di êrîşê de li malê şewat derket. Der barê êrîşê de 3 kes hatin binçavkirin.
-Di vê meha dwîn de 3 êrîş birin ser Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya AK Partiyê
Li Diyarbekirê di 1ê tebaxa 2015an de terorîstan bombeya dengê avêtin nêzî avahiya AK Partiyê. Terorîstan di 16ê tebaxê de 2 bombeyên tearrûzê yên ku tesîra wan a parçeyê heye, avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê. Ji bombeyan yek teqiya û di encama teqînê de polêsek birîndar bû, di avahiyê de xisareke biçûk çêbû.
Terorîstan di 21ê tebaxê de êrîşeke din a bibombe birin ser Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya AK Partiyê. Di êrîşê de polêsek ji lingê xwe birîndar bû, TOMAya ku ji bo ewlehiyê hiştibûn ber derê jî şewitî.
-Êrîşên ser avahiyên HDPyê
ji aliyê din ve HDPya ku bi hinceta li hember êrîşên PKKyê bêdeng dimîne dihat rexnekirin jî bibû hedefa rêxistina terorê.
Li Diyarbekirê di 5ê hezîranê de di dema mitînga HDPyê ya li Qada Îstasyonê de 2 teqînên cuda çêbibûn. Di encama teqînan de 4 kes miribûn, ji sedî jor welatî jî ji ber xiringêleya di dema teqîn û piştî teqînê de birîndar bibûn.
Orhan Gonderê tê îdiakirin ku têkiliya wî bi DAEŞa rêxistina terorê re heye der barê êrîşê de hatibû girtin. H.Yyê ku di 18ê temûzê de li Qersê teslîmê jendirmeyan bû û ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin di îfadeya xwe ya dozgeriyê de îdia kiribû ku êrîşa bibombe ya li mitînga HDPyê ya li Diyarbekirê ji aliyê mensûbên PKKyê ve hatiye kirin.
Di 18ê gulana 2015an de êrîşên bi bombe biribûn ser avahiyên HDPyê yên li Seyhana Edeneyê û Akdenîza Mêrsînê û di êrîşan de 4 kes birîndar bibûn, ji ber teqînê di avahiyan de xisar çêbibû.
Hatibû tespîtkirin ku êrîşên bibombe bi destê Savş Yildizê endamê DHKP/Cya rêxistina terorê ve hatiye kirin. Ji bo girtina Yildiz xebat dabûn destpêkirin, hatibû ragihandin ku Yildiz di sala 2007an de li Enqereyê tevî faliyetên rêxistina çepgir a dereqanûnî bûye û hatiye girtin, di 21ê hezîrana 2007an de ji ber faliyetên xwe yên di nav Hêzên Gel ên Şoreşger (DHG) ên girêdayî DHKP/Cyê li Stenbolê hatiye girtin, di 22yê hezîrana 2007an de jî bi telîmata dozgeriyê hatiye serbestberdan."
news_share_descriptionsubscription_contact
