ÎSTANBÛL
Arîkarê Serokwezîr Yalçın Akdogan diyar kir ku dê li Tirkiyeyê li ser axa welêt bi tu awayî destûrê nedin ku axa welêt perçe bibe û got "Dibe ku hinek kes li kolanên ku tu kes nabîne kom bibin, rûyên xwe bipêçin, alayan bidin destê xwe û şanoyê bilîzin û wisa zen bikin ku ji xwe re dilîzin. Dewleta tirkan û gel van listîkan ji bînî ve xira dike, kêmînan xira dike û destûrê nade van. Pêvajoya çareseriyê dê bi biryarî bê berdewamkirin lê şertê bingehîn a vê yekê pêkanîna nîzam û ewlehiya kamûyê ye."
Yalçın Akdogan beşdarî bernamaya nasandina "Belgefîlma Bayrak Adam Osman Yuksel Serdengeçtî" ya ku qala jiyana Osman Yuksel Serdengeçtî dike û li Weqfa Wêjeya Tirkî hat lidarxistin bû û wir axaftinek kir. Akdogan di axaftina xwe de got ku em haj pê hene ku di van demên dawîn de li Tirkiyeyê lîstikên curbicur tên lîstin.
Akdogan got ku daxuyaniyên wekî "Kobanê wiha bû", "Efrîn wiha bû", "Em dê wir bi vir re bikin yek" tên kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji wan wisa ye ku lîstika legoyan dilîzin. Em ê li Tirkiyeyê li axa welêt bi tu awayî destûrê nedin ku tevlî axa welêt bibin. Çi hewce bike em dê bikin. Dibe ku hinek kes li kolanên ku tu kes nabîne kom bibin, rûyên xwe bipêçin, alayan bidin destê xwe û şanoyê bilîzin û wisa zen bikin ku ji xwe re dilîzin. Dewleta tirkan û gel van listîkan ji bînî ve xira dike, kêmînan xira dike û destûrê nade van. Pêvajoya çareseriyê dê bi biryarî bê berdewamkirin lê şertê bingehîn a vê yekê pêkanîna nîzam û ewlehiya kamûyê ye. Em di vê mijarê de beyî ku ji ewlehiyê tawîzan bidin, bihêlin ku tu rêxistin tehdeyê li gelê me bikin em dê hiqûqa her kesî biparêzin û vê pêvajoyê wisa bidin berdewamkirin."