Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu diyar kir, heke di 6 û 7ê cotmehê de xwepêşandan derneketana, nexşerê çûbû Qendîlê, rêxistinê di qonaxa nû de bi awayekî teqez çek daniya û wiha dewam kir: "Rêxistin wê bi awayekî teqez çek daniya. Wê cardin dersînor bûbûna. Endamên rêxistinê yên li Ewropa û Mexmûrê yên ku sûc nekirine, wê tevî civakê bibûna."
Ensarîoglu daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir, dibêjin pêvajoya çareseriyê bi awayekî zelal nayê meşandin, lê ev rexne ne rast in. Ensarîoglu got ku pêvajoyên bi vî rengî mizakere ne û divê zêde jî ji raya giştî re vekirî nebin.
Ensarîoglu daxuyand ku "Kes li ser Tirkiyeyê nafikire ku paşeroj, yekîtî û yekparetiya Tirkiyeyê zirarê bibîne" û got ku ev gotin ji ber gijgijandinên siyasî tên gotin û ev jî ji bo paşeroja welêt dibe ku bibin gotinên xetere.
- "Pêvajo bi sax û silamet dimeşe"
Ensarîoglu bal kişand, di pêvajoyên bi vî rengî de dibe ku provokasyon û qeza derbikevin û got ku li beranberî van hemû tiştan, pêvojoya çareseriyê wê dewam bike.
- "Pêvajo nesekiniye"
Ensarîoglu destnîşan kir, ev qonaxa ku em di tê de ne de çarçoveya zagonê ya pêvajoyê hatiye çêkirin, ji bo pêvajoyê bingeheke zagonî hatiye çêkirin, naveroka pêvajoyê hatiye tijîkirin û li ser nexşerêyê mizakere didomin, lê di demeke wiha de derketina bûyeran nayê qebûlkirin. Ensarîoglu wiha dewam kir:
"Di demeke ku hikûmetê got 'Divê em demildest vî karî serfiraz bikin, di vê çarçoveyê de wê gav bên avêtin' de bûyerên 6 û 7ê cotmehê derketin, rê hatin birîn, xerac hatin berhevkirin, mirov hatin revandin û cinayetên ku kujerên wan ne diyar in çêbûn. Ev tişt jî heke bi destê mixatabê we bê kirin, ev nabe û dibe sedema xerabkirina pêvajoyê. Her çend wiha be jî pêvajo nesekiniye û wê bê temîrkirin û bidome."
- "Mixabin HDP pir çalak nîne"
Ensarîoglu helwesta HDPê ya pêvajoyê rexne kir û wiha axivî: "Mixabin HDP pir çalak nîne. Pirsgirêk hinek jî ji wê çêdibe. Mixatabê hember ji DTK, HDP, partiyeke din, KCK, PKK, tevgera ciwanan pêk tê û ev jî guherî û bû mixatabekî pirserî. Ev hemû parçe ji HDPê çalaktir in û hêzdartir dixuyên."