VAN
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag got: "Mixabin îdiayên dibistanê, yên ku li herêmê tên kirin, ne li gor qanûnê ne. Ji bo wan destûr nehatine hildan, li gor rê û rêbazan nehatine vekirin."
Bozdag ji bo hin ziyaretan hat Wanê û çû ziyareta Koşka Dadê ya Wanê û bi hakim û dozgeran re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinan Bozdag daxuyanî da rojnamevanan û behsa pêvajoya çareseriyê kir.
Bozdag got ku ew dixwazin proje serkeftî be û bigihêje encamekê û destnîşan kir ku li parlementoyê cara ewil e ku der barê çareseriyê de qanûnek hat derxistin.
Bozdag wiha axivî: "Di bernameya Hikûmeta Komarê ya 62yemîn de pêvajoya çareseriyê wek proje bi cih girtiye. Pêvajoya çareseriyê êdî ne polîtîkaya dewletê ye, polîtîkaya gel e." Qasî waniyan, welatiyên ji Yozgatê, Stenbolê, Edîrneyê jî xwedî vê projeya girîng derdikevin. Welatiyên me di hilbijartinên 30ê adarê û 10ê tebaxê de piştgirî dane vê projeya mezin. Em li gor vê çarçoveyê gavên xwe diavêjin."
Bozdag got ku Serokwezîr Davutoglu û heyeta wê dê bi hev re vê pêvajoyê bidomînin û wiha dewam kir:
"Di rojên pêş me de agahiyên nû yên der barê vê mijarê de dê bi raya giştî ve bê parvekirin. Ez naxwazim niha der barê vê mijarê de hûrgiliyan bibêjim."
"Ev dibistan li gor rê û rêbazan nehatine vekirin"
Li ser pirsa "Di rojên dawîn de bûyerên der barê dibistanên ku perwerdeya kurdî didin di rojevê de tê axaftin. Astengiyên qanûnê yên li ber van dibistanan çi ne?"
Bozdag got ku di saziyên taybet de kurdî jî di nav de di hemû zimanan de perwerde dikare bê dayîn.
Bozdag wiha axivî:
"Mixabin îdiayên dibistanê, yên ku li herêmê tên kirin, ne li gor qanûnê ne. Ji bo wan destûr nehatine hildan, li gor rê û rêbazan nehatine vekirin. Dewlet dibêje ku 'heke hûn dixwazin dibistanê vekin, destûrên xwe hildin, şertan bi cih bînin, em jî alîkariyê bidin û dibistanê vekin.' Lê qasî ku ez dizanim ne li serî Walîtiya Wanê û ne jî Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî dan û daxwaz çênebûye. Yanî hinek tên lewheyê dadiliqînin û dibêjin ev dibistan e. Ev wiha nabe. Li Tirkiyeyê qanûn hene û divê em guh bidin van qanûnan. Hikûmetê qanûn derxistiye û binesaziya vê kiriye. Hinek naxwazin ji vê îstifade bikin û çalakiyên dijî qanûnê dikin. Dixwazin ku bidin nîşandan ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke wiha heye. Ev propagandayeke reş e."
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag got ku îdiayên dibêjin li Tirkiyeyê ji bo vekirina dibistanên taybet astengî hene derew e.
Bozdag wiha axivî:
"Serîlêdanek tune, li gor hişê xwe tevdigerin. Li Wanê ji bo ku dikanek jî bê vekirin divê li odeya esnafan qeyd bê çêkirin. Ji bo înşaetek bê çêkirin ji şaredariyê destûr tê xwestin. Dema destûr tunebe tê mohrkirin. Ji ber wê dema li dijî qanûnê karek çêbibe îdare çi hewce bike dike, lê dema li gor qanûnê be astengî tune. Yên ku dixwazin dibistanê vekin re em amade ne ku destûrê bidin."