ANKARA / DIYARBAKIR
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi têlefonê bi Fotonûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) Huseyîn Bagiş û nûçegihan Azîz Aslan re axivî.
Koma ku li ber dibistana ku dê perwerdeya kurdî bidaya êrîş kir û paqê Fotonûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) Huseyîn Bagiş dan ber kêran û li nûçegihan Azîz Aslan jî xistin. Piştî dermankirinê nûçegihanên AAyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Akdogan der barê bûyerê de ji Bagiş û Aslan agahî hilda û ji wan re got "derbasî be."
Akdogan li ser hesabê xweyê Twîtterê der barê bûyerê de wiha nivîsî: "Li Diyarbekirê êrîşÎ Fotonûçegihanê Anadolu Agencyê Huseyîn Bagiş û nûçegihan Azîz Aslan kirin, ez êrîşê şermezar dikim."
Nûçegihên AAyê Huseyîn Bagiş û Azîz Aslan dema ku bûyer dişopandin koma ku li ber dibistana ku mohra wê hat jêkirin, êrîşî wan kir.
Di bûyerê de fotonûçegihanê AAyê Bagiş bi destê xwepêşandêran ve ji paqê xwe hat kêrkirin û nûçegihan Aslan jî hat derbkirin. Kamera û wênegira nûçegihanan zirar dît.
Xwepêşandêran bi keviran êrîşî ambûlansa ji bo ku Bagiş û Aslan bîne, kirin û ambûlansê demekê nekarî biçe cihê bûyerê. Bagiş û Aslan bi wesayîteke li ber dibistanê gihandin û ambûlansê û ew rakirin Serwîsa Acîl a Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyûbî.
Li nexweşxaneyê 3 dirûn avêtin paqê Bagiş û nûçegihan demekê di bin raçaviyê de man. Piştî kontrolan Bagiş û Aslan ji nexweşxaneyê derxistin.
Rapora 'deh rojan nikare bikare bixebite' dan Bagiş.
Bagiş û Aslan der barê bûyerê de gilîdar bûn. Tîmên Midûriya Ewlehiyê ji bo tespîtkirina êrîşkaran dest bi xebatan kir.