YOZGAT
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de li Yozgatê, li Qada Komarê xitabî welatiyan kir.
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Erdogan wiha got: "Li Erziromê zatekî ku ji Erziromê çûye heye. Li Yozgatê jî zatekî ku ji derva anîne Yozgatê heye. Yanê lîstik heman lîstik e, heman tezgeh e."
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Encama ku dê di 10ê tebaxê de derkeve dê pêşeroja Kiliçdaroglu û Bahçelî tayîn bike. Ez dibêjim, bi îzn û qeweta Xwedê dê cardin têk biçin. Îcar dê ne tenê hilbijartinê, îzzeta xwe jî wenda bikin. Înşellah dê rayedarên bêkêr li meqamên xwe nemînin."
Erdogan destnîşan kir ku di destûra bingehîn de tê gotin ku gere serokomar bêalî be û wiha axivî: "Serokomar li dijî kê bêalî ye, li dijî gel bêalî ye. Di navbera 77 milyonî de cihêtiyê nake, di navbera fikr û ramanên siyasî, îdeolojî, bawerî û mezheban de cihêtiyê nake. Di navbera saziyên dewletê de cihêtiyê nake, lê heger mesele berjewendiyên gel be dê helbet bêalî nebe. Dê welat, gel û ala xwe biparêze. Heta niha çend nav ne tê de çend serokomar bêalî tevgeriyan. Hemû jî xwediyê siyasetekê bûn. Bêalî xuya kirin, lê statuko û wesayetê parastin."