ANKARA
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê hevdîtina Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Zana û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Onder a bi Abdullah Ocalanê ku mehkûmê cezayê hepsa heta hetayê ye de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku hevdîtin bi qasî 3 saet û nîvan berdewam kir û Ocalan spasiya hemû kes, partî û saziyên ku piştgirî û pêşniyaz dan qanûna çarçoveya muzakereyan kir û got ku ev yek dê pêkanîna aştiya mezin de bibe destpêkeke erênî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Ocalan got ku a esil ew e ku bi verastkirinên qanûnî yên li gor naverok û hebûna vê qanûna çarçove, bikaribin qanûnê bi cî bînin. Hat destnîşankirin Ocalan got ku "Me di serî de bi hemû saziyên siyasî ên kurdan û bi gelê xwe re di Newroza 2013an de pêvajoyek da destpêkirin. Vîna me ya vê pêvajoyê digel hemû helwestên lêferzker ên yekalî û hêdî tevgerînê xurt bû û berdewam kir."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan cardin destnîşan kir ku di pêvajoya ji niha pê de alî divê ji tevger û helwestên ku pêvajoyê dixine zorê, dûr bisekinin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn Ocalan got ku "Gelekî pêwîst e ku bi taybetî hikûmet û Parlemento di serî de komîsyonên hewcedar û lijneya şopandinê demildest sazîbûnên din bi cî bînin" û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Birêz Ocalan diyar kir ku ev helwest temînata herî girîng e ji bo teşebûsên pûçderxistina tehde û provokasyonan. Ocalan destnîşan kir ku 'divê neyê jibîrkirin ku di encama vê pêvajoyê de dê hemû gel qezenc bikin.' Birêz Ocalan diyar kir ku êrîşên hovane û yên xwînxwar ên li ser Rojava û Kobaniyê bi tu awayî nayên qebûlkirin û got 'Ez di serî de gelê me, ciwanên me û saziyên me bangî hemû hêzên demokrasiyê dikim ku, bila li hember van çeteyên mirinê ji bo rûmeta me ya neteweyî seferber bibin. Ew kesên ku karê van çeteyan hêsan dikin, rê didin wan û dixwazin ku wan bi kar bînin, divê bizanibin ku di serî de aştiya herêmê, dahatûya gelan jî dixin bin xetereyê. Mafê me yê parastinê yê meşrû ya li dijî van çeteyan divê ji aliyê hemû hêzên demokrasiyê ve baş bê fehmkirin û divê bê zanîn ku em dê bikaranîna mafê xwe yê parastinê de tu tawîzan nedin. A ku em diparêzin ne tenê mafê me yê hebûnê ye, mafê jiyana hemû gel û baweriyên herêmê ya bi awayekî azad û wekhev e."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Ocalan parastiye ku ji roja ku pêvajoyê dest pê kiriye heta niha di hemû hevdîtinên xwe de bi israr dibêje ku divê Kongreya Neteweyî ya Kurdan bicive û yekîtiya neteweyî bê pêkanîn. Hat ragihandin Ocalan gotiye "Rûdanên ku li herêmê diqewimin nîşan didin ku ev tespît û pêşniyaza min çiqas girîng e." û destnîşan kiriye ku divê kongreya neteweyî demildest bicive. Hat gotin "Birêz Ocalan gotiye ku di serî de gelê Kobaniyê yê ku li hember êrîşên kuştinê bi wêrekî li ber xwe dide û ji hemû gelên din ên tirkmen, êzîdî, ereb, suryanî yên li Rojava û Kurdistana Başûr ên ku li hember êrîşên heman çeteyê li ber xwe didin re, silavên xwe yên taybet dişînim."