Serokê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Ayhan Sefer Ustun diyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn der heqê girtîbûna demdirêj de bal kişand ku "nehiştine parlementer wezîfeya xwe bînin cih." û got çawa ku Mustafa Balbay bi vê biryarê hatiye tehliyekirin divê Îbrahîm Ayhan jî wisa bê tehliyekirin. Ayhan ji ber sûcekî hê siviktir tê darizandin û ceza jî nexwariye."
Ustun tehliyekirina Parlementerê CHPê yê Îzmirê Mustafa Balbay û tehliyenekirina Parlementerên BDPê ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Ustun got ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo tetbîqkirina serîlêdana ferdî biryareke zehf girîng daye û girtîbûna demdirêj rexne dike û wiha axivî:
"Dadgeha Qanûna Bingehîn dibêje ku girtîbûna demdirêj nehiştiye ku Mustafa Balbay wezifeya xwe bîne cih, nehiştiye ku mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bîne. Di vir de bi tenê bal nakişîne girtîbûna demdirêj, balê dikişîne biryara "nehiştine parlementer wezîfeya xwe bînin cih." Vê ji bo kê dibêje? Ji bo parlementerekî ku hatiye darizandin û 34,5 sal ceza hildaye dibêje. Lê belê ev distûrên ku Dadgeha Qanûna Bingehîn dibêje distûrên li gorî şexsan e? Na, distûrên li gorî şexsan nînin. Ev distûrên gelemper in. Girtîbûna demdirêj, astengkirina mafê parlementeriyê, ev distûrên gelemperî ne. Dadgehê vê emsal qebûl bikin.
Ustun eşkere kir ku di ziyareta komîsyonê ya Grtîgeha Şanliurfayê de Parlementerê BDPê Îbrahîm Ayhan jî ditine.
Ustun diyar kir ku Ayhan di doza endamtiya KCKyê de tê darizandin û wiha got: "Gava ku em vê bi doza Balbay ve didin bal hev sûcê ku davejin ser Ayhan hê siviktir e. Li gor Balbay di dozeke cezayê hê hindiktir de tê darizandin. Hê ceza jî nexwariye. Em gava ku li dema dirêjahiya girtibûnê dinêrin ew jî ewqas girtî maye û ew jî mîna Balbay kesekî hatiye hilbijartin e. Distûrên ku Dadgeha Qanûna Bingehîn terîf kiriye zêdetir di bûyera Ayhan de hene. Çawa ku Mustafa Balbay bi vê biryarê hatiye tehliyekirin divê Îbrahîm Ayhan jî wisa deh caran bê tehliyekirin. Lewra Ayhan ji sûcekî hê siviktir tê darizandin."