Pêvajoya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) ya ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Serdema 25emîn a ku dê di 7ê hezîranê de were kirin dê sibê dest pê bike.
Li gor vê, partiyên siyasî yên ku beşdarî Hilbijartinên Giştî yên Parlementeriyê dibin dê lîsteyên namzedên xwe di 7ê nîsanê de herî dereng heta saet 17.00an teslîmê LBHyê bikin. Di 24ê nîsanê de jî lîsteyên namzedên teqez û namzedên serbixwe bên eşkerekirin.
Li dergehê gumrukan û nûnertiyên derveyî welat ray avêtin dê di 8ê gulanê de dest pê bike û heya 31ê gulanê bidome.
Hilbijêr li seranserê welat di nava saet 08.00 û 17.00an de dengê xwe bidin. Heke ku saet bibe 17.00 lê hê jî li ser sandoqê hin kes ji bo dengdayînê sekinîbin, wêçaxê serokê sandoqê dê wan bijmêre û bi dorê ve destûrê bide wan ku raya xwe bavêjin.
- Kontenjana bajaran a ji bo parlementeran
LBHyê li gorî daneyên 2014an a nifûsê kontenjana bajaran a ji bo parlementeran diyar kir. Li gor vê parvekirina kontenjanên bajaran ên ji bo parlementeran wiha ne:
"Edene 14, Semsûr 5, Afyonkarahîsar 5, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 32, Antalya 14, Artvîn 2, Aydin 7, Balikesir 8, Bilecîk 2, Bîngol 3, Bedlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 18, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizlî 7, Diyarbekir 11, Edirne 3, Elezîz 4, Ezirgan 2, Erzirom 6, Eskîşehir 6, Entab 12, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hekarî 3, Hatay 10, Isparta 4, Mêrsîn 11, Stenbol 88, Îzmir 26, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 9, Kirklarelî 3, Kirşehir 2, Kocaelî 11, Konya 14, Kutahya 4, Meletye 6, Manîsa 9, Meraş 8, Mêrdîn 6, Mugla 6, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîgde 3, Ordu 5, Rize 3, Sakarya 7, Samsun 9, Sêrt 3, Sinop 2, Sêwas 5, Tekirdag 6, Tokat 5, Trabzon 6, Dêrsim 2, Riha 12, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 3, Bayburt 2, Karaman 2, Kirikkale 3, Batman 4, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 2, Karabuk 2, Kilîs 2, Osmaniye 4, Duzce 3."
- Partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bin
LHByê partiyên siyasî yên ku şert û mercên ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê bi cih anîne û dikarin beşdarî hilbijartinê bibin diyar kir. Li gor vê 31 partiyên beşdarî hilbijartinê bin:
"Partiya Dad û Pêşketinê, Partiya Alternatîf, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Komarê ya Xelkê, Partiya Demokrat, Partiya Pêşveçûyinê ya Demokratîk, Partiya Çepgir a Demokratîk, Partiya Rêya Rast, Partiya Kedê, Partiya Ciwan, Partiya Maf û Dadê, Partiya Maf û Wekheviyê, Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Rizgarbûna Xelkê, Partiya Pêşxistina Xelkê, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Doza Azad, Partiya Karkeran, Partiya Demokrat a Lîberal, Partiya Navendî, Partiya Miletê, Partiya Milet û Edaletê, Partiya Tevgera Netewperestiyê, Partiya Pêşxistinê ya Muhafizekariyê, Partiya Azadî û Piştgiriyê, Partiya Seadetê, Partiya Lihevkirina Civakî, Reform û Pêşketinê, Partiya Kominîst a Tirkiyeyê, Partiya Welat."