ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me resepsiyona ku dê îşev bihata kirin ji ber qezaya kana komirê ya li Karamanê betal kir."
Erdogan li Qesra Serokomariyê ya ku li Beştepeyê piştî pîrozbahiyên 29ê Cotmehê Cejna Komarê qebûl kir daxuyanî da rojnamegeran.
Serokomar desnîşan kir ji ber qezaya ku di kana komirê ya Ermenekê de pêk hat Resepsiyona Cejna Komarê betal kirin û wiha dewam kir: "Em vê resepsiyonê bi tevahî betal dikin. Resepsiyonê nakin. Lewra êş û jana di nav dilê wan malbat, xwîşk û birayên me de hê jî didome û nabe ku em li hemberî van êşan rabin û resepsiyonê bikin. Ev yek li dijî adetên me ye, di demek wiha de kirina resepsiyonê ne rast e. Ji ber vê jî me biryar da ku em ê îsal resepsiyonê nekin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku rûdanên der heqê qezayê de ji nêz ve dişopîne û piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu ew ê jî biçe kana madena Ermenekê ya ku xebatkar tê de asê man.
Serokomar ji bo xelaskirina karkeran jî got: "Em hê jî bi hêvî ne, hevalên me wezîrên me li wê derê ji bo xelaskirina xebatkaran hewl didin û dixebitin."