Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Pensîlvanya daxuyaniyê dide. Dibêje xwezî ez di şûna we de bûma. Kesî dest û piyên te girênedaye were, were ba wan, bikeve şûna wan."
Erdogan beşdarî merasima vekirina seferên trena bilez a di navbera Konya-Stenbolê bû û got: "Ez sala par hatibûm Qonyayê. Dadê, ewlekariyê û medyayê dest dan hevdu û operasyonek dan destpêkirin. Navê wê danîn gendelî. Lê di demeke kurt da eşkere bû ku mesele gendelî nîne. Hin hêzên karên qirêj ên ku di nav medya, saziyên civaka sivîl, dad û ewlekariyê da dest dabûn hevdu, senaryoyek nivîsîbûn û pêk dianîn. Heke bala xwe bidinê rahênerekî wan eşkere kir. Çi got? 'Senaryo nivîsîn, dan destê me, me jî lîst.' Wan wetrê em ê histûyê xwe li ber wan xwar bikin û li derbeya wan razî bin."
Serokomar Erdogan li ser operasyona ku di 17ê yê kanûna par hat kirin de sekinî û wiha pê de çû: "Him di 17ê Kanûnê da û him jî îro bibînin ku ka kî li gel hev e û di nav hevkariyê da ye. Hûn ê wê çaxê bizanibin ku niyeta bingehîn çi ye û mesele çi ye. Çiqas aktorên kirêt ên Tirkiyeya berê hebûn îro li gel hev in. Pesnê hev didin. Yên dijmin di hilbijartinê da tên cem hev û piştgiriyê didin hevdu. Diyetê didin hev. Diyeta kasêtan didin. Serî li ber gef û şantajan ditewînin û li gor telîmatên hişê jorîn diyetê didin hev."
Daxuyaniyên ku ji hêla Pensîlvanyayê ve hatibûn dayîn jî di rojeva Serokomar Erdogan de cih girtin. Erdogan destnîşan kir ku nifir li wî dihatin kirin û wiha dewam kir: "Pensilvanya daxuyaniyê dide. Der heqê min da tiştên kirêt dibêje, seansên nifiran çêdike û tiştên ecêb dibêje. Ji bo yên ku hatin derdestkirin dibêje 'Xwezî ez di ciyê wan da bûma.' Kesî dest û piyê te girê nedaye, were cem wan û li gel wan bisekine. Kes ji te ra nabêje neyê, ji zû da em ji te ra dibêjin were. Yên ku li Pensilvanyayê tên parastin nikarin werin vir."
Erdogan ragihand ku ew vî welatî bi tu awayî radestî maşeyan nakin û wiha got: "Em ê vî welatî tu carî teslîmî maşeyan nekin. Em ê vî welatî teslîmî şebekeyên ku taşerontiya welatên navneteweyî dikin, nekin. Em ê welêt teslîmî rêxistinên paralel, şaqlabanên ku xwe wek xoceyan didin nîşan nekin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew sozê ku dabûn gel niha bi cih tînin û axaftina wiha domand: "Me sozek dabû we; 'Em ê ji van xaşxaşiyan hesab bipirsin, em ê ji rêxistina paralel ku li gor hêzên navneteweyî tevdigere hesab bipirsin, em ê bikevin şikeftên wan.' Me soza xwe bi cî anî û em ê bi cî bînin. Em ketin şikeftên wan û me dek û dolabên wan derxistin meydanê û bêbextiya wan piştrast kir. Me hesab ji yên ku di bin navê gendeliyê da xwestin derbeyê bikin, pirsî û em ê hê bipirsin. Em ê lîstika yên ku dibêjin azadiya çapemeniyê tê binpêrin û dixwazin li dinyayê Tirkiyeyê rezîl bikin, xirab bikin. Me li ewlekariyê lîstik xirab kir, li dadê lîstik xirab kir û em ê dadê ji gef û şantajan xilas bikin. Em ê saziyên xwe ji wan paqij bikin."
Bi destpêkirina seferên trena bilez ve meriv di 4 saet û nîvan de ji Konyayê diçe Stenbolê.