ANKARA
Şandeya AK Partiyê pêşiyê çû 'eyda CHPê paşê jî ya MHP û BDPê. Paşê jî CHP, MHP û BDP çûne cejna AK Partiyê. Di peyamên pîrozbahiyê de cejna hemî misilmanan hat pîrozkirin û hêvîyên ji bo aştî, yekîtî û bihevrebûnê hatin bilêvkirin.
Di serdanan de rojev tev li ser pêvajoya çareseriyê û makezagona nû bû. Bi taybetî jî di serdana CHPê de mijara makezagona nû derket pêş. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak wiha got: "Em jî dizanin ku makezagona 12ê Îlonê li welatê me nayê. Divê bê guhertin lê divê tu partî jî di nava pêvajoyê de şertên nû dernexin pêş. Divê rêzik di serî de bên diyarkirin û her kes li gor van tevbigere."
Toprak got ku divê tiştekî ku pergala perlamenteriyê ji holê rake neyê ferzkirin û ji bo ku li ser çêkirina makezagonê lihevkirineke baş pêk bê divê bendava hilbijartinê were guherîn.
Salîh Kapusuz jî got ku Ak Partî, ji destpêkê ve li gorî rêzikên komisyonê tevdigere û got heke ku lihevkirinek çêbibe divê xetên sor tunebin.
Piştî şandeya CHPê ya MHPê bi rêbertiya Alîkarê Serokê Giştî Mevlut Karakaya hate serdana AK Partiyê. Karakaya, got ku malbatên Şehîdan ji hin tiştan gilîdar in lê ji ber ku hatine cejnê dê behsa mijarên siyasî nekin.
Piştî şandeya MHPê, ya BDPê di bin serokatiya Parlementerê Agriyê Halîl Aksoy de hate serdana AK Partiyê. Di destpêkê de Kapusuz got ku cejn girîng in lewra yekîtî û biratiyê qahîm dikin.
Rojnamevanekî ji Parlementerê BDPê Aksoy pirsî ku gelo tesîra pêvajoya çareseriyê li ser beşdarbuna serdana BDPê ya ji bo cejnê heye? Aksoy wiha axivî: "Li wî welatî xwîn rijiya, ji ber vê yekê jî hin xeletî hebûn. Pêvajoya çareseriyê ji bo qedandina vê rewşê hat destpêkirin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê baştir bimeşe divê meclîs neketana betlaneyê. Heke piştî cejnê ji bo ku Meclîs zûtir bicive bang were kirin, em ê piştgiriyê bidin vê biryarê."
Aksoy der barê çareserkirina Pirsgirêka kurdan de wiha dewam kir: "Ev pirsgirêk bandorê li me hemûyan dike. Ji ber vê jî yên ku vê pirsgirêkê çareser bikin em in. Divê em li benda helwest û piştgiriya dewletên wek DYE û YEyê nesekinin û gavan biavêjin."
Li ser van gotinan Kapusuz jî got ku di pêvajoyê de tiştê herî girîng ew e ku ev yek bi vîna Tirkiyê hatiye destpêkirin.