Türkan Tosun
05 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Gulan 2019
Berdevkê AK Partiyê Çelîk got: "Hişmendiya Yassiadayê ji bo derkeve li ser dikê çavê xwe digerîne. Li hemberî vê, divê têkoşîna demokrasiyê bêtir xurt bibe."
Çelîk der barê daxuyaniya Berdevkê Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Faîk Oztrak da li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Çelîk li ser Twîtterê wiha nivîsand: "Berdevkê CHPyê bi daxuyaniya xwe ya duh va nîşan da ku 'hişmendiya Yassiadayê' qet neguheriye."
Çelik got çima ku AK Partî di nav çarçoveya hiqûqê da heqê xwe diparêze ew buxtanan davêjin AK Partiyê û bi Dîwana Bilind va tehdîd dikin.
Berdevkê AK Partiyê Çelîk wiha got: "Ji hakiman ra dibêje 'Hûn nikarin li Kizilayê bimeşin' û bi şeşkere êrîş dike. Dema derfeteke biçûk bibînin hewl didin şûna hiqûqê wesayetê, şûna demokrasiyê tehdîdê, şûna dîwana gel dîwana Yassiadayê bixin rewacê. Di rêziknameya veşartî ya CHPyê da ji bilî wesayet, gefxwarin û hişmendiya Yassiadayê ka çi heye...Rêvebiriya CHPyê ya ku ji hakiman ra dibêje 'hûn nikarin li Kizilayê bimeşin', ya ku rêvebirina hiqûqê bi Dîwana Bilind va tehdîd dike bi tenê hişmendiya xwe eşkere dike. Gotinên rêvebirên CHPyê nîşan dide ku pusûlaya wan a tekane hişmenidia Yassiaday ye."
Çelik wiha dewam kir: "Tişta herî xêr a van hemû bûyeran ew e ku careke din dixe bîra me ku divê em têkoşîna demokrasiyê xurt bikin. Çemê demokrasiyê di cobara hiqûqê da diherike, em bi vê yekê bawer in. CHP bira li ser wê baweriya xwe berdewam be ku sînorê vîna gel, hişmendiya Yassiadayê ye. Em ê jî têkoşîna xwe ya dijî vê hişmendiyê bidomînin."