Abdullah Tel
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Selîm Temurcî ji wezifeya xwe ya ku sê sal bû didomand, îstifa kir.
Temurcî der heqê îstifaya xwe da civîna çapemeniyê li dar xist.
Di axaftina xwe ya li pêş kamera û rojnamegeran da Temurcî qala xebatên ku di nav sê salan da birin serî kir û wiha pê da çû: "Ez bi kêfxweşî dev ji wezîfeya xwe ya Seroktiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê ku bi xîret û şeref dest pê kiribû, berdidim. Me di 3 salan da heyamên gelek bizehmet li pey xwe hiştin. Cih û meqam berwext e ya mayînde doza me ye. Em neferê vê dozê ne."