Arinç daxuyand ku hilbijartineke zor derbas bû û wiha axivî:
"Lewra hemû partiyan bi gotineke berê bi 7 dinyayê ve li hember AK Partiyê li hev kirin. Partiyên berê, yên nû, rêxistina ku jê re dibêjin cimaet hemû bi şev û roj xebitîn. Mirovên ku heta çend roj berê jî pêwendiyên me û yên wan baş bûn û me di hemû xizmetên wan de alîkariya wan dikir, ji wan qet acizî nedikişand heta ku çûne li ser sandoqê mal û mal geriyan. Ewraqên ku di destên wan de bû dan her kesî. Lava kirin, di hin cihan de bi zarok û bi mêrên xwe ve hewl dan ku mirovan îmtihan bikin."
Arinç der barê axaftina Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Haluk Koç yê Anadolu Agencyê de jî wiha got:
"Heke dê encamên AAyê qebûl nekin, bila ajansên din, lijneyên hilbijartinê binêhêrin. Ango heke em nûçeyeke xelet an li gor armancê bidin ma em heman tezkîb nakin? Heke tek qanal AA bûya dibe ku ev îdia rast biba. Cîhan û yên din jî, televizyonên cuda, nûnerên wan, muşahid, her kes zabitnameyan dişîne navendên partiyan. Haluk Koç ji ber ku serneketiye ji nihava hincetan digere. Jixwe AAyê û BYEGMyê zêde hêz nakin. Ez ji wan berpirsyarim. Welleh pêbaweriya me ji ya Haluk Koçê zêdetir e."