Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê Seroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka Navçeyê ya DBPyê Zeynep Algana ku ji ber daxuyaniya "qaşo xweseriyê" hatibûn binçavkirin û ji hêla mehkemeyê ve serbest hatibûn berdan, li ser îtiraza dozger hatin girtîn.
Kaya û Algan 3 roj berê ji hêla Hakimtiya Cezayê ya Silhê bi şerta kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Lê dozgeriyê îtiraza biryarê kir û polêsan ew car din anîn Dadgeha Nisêbînê.
Dadgehê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" biryar da ku Kaya û Algan bên girtin. Piştî biryarê ew şandin Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê.