Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, hat bal hev.
Hevdîtin li Qesra Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û nêzî saet û nîvan dewam kir.
Piştî hevdîtinê, 5emîn Civîna Konseya Hevkariya Paye Bilind a Komara Tirkiye û Federasyona Rûsyayê(UDÎK) a ku serokatiya wê her du serok dikin dest pê kir.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Ragihandin, Gihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan beşdarî civînê dibin.
Tê çaverêkirin ku piştî civînê Erdogan û Pûtin di mijarên ku li ser li hev kirin de, peymanan îmze bikin û civînek çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.