ANKARA
Serokomar Erdogan der barê êrîşa bibombe ya li Efxanistanê da ji Serokê Sererkaniyê Orgeneral Ozel û Nûnerê Sivîl ê Biqidem ê li Efxanistanê yê NATOyê Aramaz agahî sitand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin sitandin, Erdogan li ser têlefonê bi Ozel û Aramaz ra axivî. Erdogan der barê êrîşa bibombe û hûrgiliyên bûyerê da agahî hilda.
Serokomar Erdogan serxweşî da malbata çawîşê ku êrîşê da mir, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û ji bo çawîş got 'Rihma Xwedê lê be'. Erdogan ji bo binefserê birîndar jî got 'Xwedê şifayê bidê'.