Kaan Bozdoğan
06 Adar 2022•Rojanekirin: 07 Adar 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, êrîşa ku Rûsya dibe ser Ukraynayê hat axaftin, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan di axaftinê ku bi Putîn ra kir da diyar kir, ji bo ku pirsgirêka Ukraynayê demildest bi rêbazên aştiyane çareser bibe, Tirkiye amade ye ku her cure alîkariyê bike.
Serokomar Erdogan got ku, agirbesteke giştî ya acil digel bidawîbûna fikarên însanî wê firsendê bide lêgerîna çareseriya siyasî jî û wiha bang kir, "Em hemû bi hev ra rêya aştiyê vekin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir, ji bo agirbestê, vekirina korîdorên însanî û îmzekirina peymaneke aştiyê demildest avêtina gavekê girîng e.
Erdogan daxuyand ku ew timî bi aliyê Ukraynayê û welatên din ra di nav têkiliyê da ne, ji bo ku mizakereyên berfireh werin kirin û encam werin standin hewildan wê dewam bikin.