27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
ANKARA
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê dibe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmir Putîn li Parîsê di Zîrweya Guherîna Avûhewayê da bên bal hev, lê vê gavê ji bo hevdîtinê saeteke eşkere tuneye.
Li gor agahiyan Erdogan roja ku bûyera balafirê qewimî daxwaz kir ku bi Putîn ra li ser têlefonê xeber bide, lê Kremlînê hê bersiv nedaye.
Li gor agahiyên çavkaniyan Serokomar Erdogan û Putîn wê di 30yê mijdarê da li Parîsê beşdarî Zîrweya Guherîna Avûhewayê bibin.
Hat destnîşankirin dibe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmir Putîn li Parîsê di Zîrweya Guherîna Avûhewayê da bên bal hev, lê vê gavê ji bo hevdîtinê saeteke eşkere tuneye.