Mümin Altaş
17 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Şara di axaftinê da li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê ya piştî êrîşên Îsraîlê sekinîn.
Serokomar Erdogan di axaftinê da daxuyand, êrîşên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê nayên qebûlkirin, êrîşkariya Îsraîlê ji bo hemû herêmê tehdîd e, Tirkiye wekî berê wê ji vir û şûnda jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Sûriyeyê bidomîne.
Erdogan destnîşan kir, Tirkiye kêfxweş bû ku li Sûriyeyê bi Durziyan ra agirbest çêbû.
Serokomarê Sûriyeyê Şara spasiya Serokomar Erdogan kir ku li Sûriyeyê piştgiriyê dide parastina yekîtiya siyasî, pêkanîna yekparetiya axê û parastina desthilatdariyê.