Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ra hat cem hev
Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, li Mala Tirkan hevdîtinên xwe didomîne.
Serokomarê Îranê Pizişkiyan ji bo hevdîtina bi Erdogan ra hat Mala Tirkan. Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li ber derî pêşwazî li Pizişkiyan kir.
Hevdîtina Erdogan û Pizişkiyan ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokomar Erdogan, Prensê Welîehd ê Kuweytê Şêx Sebah Xalid Al-Hemad Al-Sebah qebûl kir
Ji aliyekî din, Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Prensê Welîehd ê Kuweytê Şêx Sebah Xalid Al-Hemad Al-Sebah qebûl kir.
Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, li Mala Tirkan hevdîtinên xwe didomîne.
Hevdîtina Erdogan ya bi Al-Sebah ra ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokomar Erdogan, Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Khan qebûl kir
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Karim Khan qebûl kir.
Serokomar Erdogan li New Yorkê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, li Mala Tirkan bi Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Karim Khan ra hat cem hev.
Hevdîtina Erdogan ya bi Khan ra ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.