Kaan Bozdoğan,Elif Küçük
18 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li paytextê Macaristanê Bûdapeşteyê ku ji bo ziyareta fermî hat, ji hêla hemtaya xwe ya Macar Katalin Novak bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Erdogan li Meydana Qehremanan hat pêşwazîkirin û piştî lêdana sirûdên neteweyî yên herdu welatan, Erdogan silav da yekeya merasimê.
Serokomar Erdogan di çarçoveya merasimê da çeleng danî ber Abîdeya Eskerê Meçhûl. Herdu lîderan paşê merasima bihurîna eskerî temaşe kir û heyetên xwe teqdîmî hev kirin.
Di merasimê da Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Serokomar Balyoz Akif Çagatay Kiliç û Balyoza Tirkiyeyê ya li Bûdapeşteyê Gulşen Karanis Ekşiogluyê jî amade bûn.
Piştî merasimê Erdogan ji bo hevdîtina digel hemtaya xwe ya Macar derbasî Qesra Sandorê bû.