Serokomar di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ew bi vexwendina Serokomarê Macaristanê Janos Ader diçe seredana Bûdapeşteyê û diyar kir ku dê komeke ku di nav de Alîkarê Serokwezîr Emrullah Îşler, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, parlamenter, nûnerên çand, çapemenî û kargehan digel burokratan pê re henin dê biçin.
Gul da zanîn ku têkiliya di nav her du welatan de her diçe xurttir dibe û bi bîr xist ku Serokwezîrê Macaristanê Orban di kanûna paşîn de hatibû serdana Tirkiyeyê, di çarçoveya serdana Orban de, di nav her du welatan de Konseya Hevkariyê ya Payebilind ya Stratejîk hatibû damezrandin û civîna ewil bi beşdarbûna Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Orban hatibû lidarxistin.