25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kesê ku derketibû ser Pireya Boxazîçiyê hewl dida ku xwe ji wê derê biavêje avê îqna kir û nehîşt xwe bikuje.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Erdogan li tanga bûyerê wesayîta xwe da sekinandin û nehîşt welatî xwe bikuje.
Kesê ku hewl dida xwe ji pireyê biavêje bihîst ku Serokomar Erdogan bi pirsgirêka wî ra eleqedar dibe poşman bû xwe neavêt û hat cem wesayîta Erdogan.
Mêrik got ku ji Sêrtê ye, pirsgirêkên wî yên malbatî hene û derûniya wî xirab bûye û ji Serokomar ra sipas kir.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka vî welatiyî telîmat da rayedaran.