25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ANKARA
Elvanê Alîkarê Serokwezîr der barê êrîşên sîber da got, ODTU nikare ewlehiya neteweyî biparêze û wiha axaftina xwe wiha domand: "Ew der zanîngeh e, divê vê wezîfeyê bide BTKyê."
Lutfî Elvanê Alîkarê Serokwezîr bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.
Elvanê Alîkarê Serokwezîr di xeberdana xwe da wiha got: "ODTU di qada navneteweyî da berpirsyariyeke înternetê hildabû ser xwe. Lê me di wextê da Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) ava kir. BTK bi navbeynkariya Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê diyar kir ku vê berpirsyariyê dewrî wan bikirin û ji ODTUyê xwest ku bila vê berpirsyariya xwe dewr bike. Lê ODTU di vê mijarê da înyadê dike. Ya rastî verastkirinên qanûnî hene û ez wisa texmîn dikim ku vî rektorê hanê jî xwe wekî împarator dibîne divê herkes bi hedê xwe bizanibe."
Elvan der heqê operasyonên dijî rêxistina terorê da wiha got: "Heta niha nêzî 200 endamên rêxistinê hatin kuştin. Ev tax û navçeyên me heta ku ji rêxistina terorê bên paqijkirin wê operasyonên me dewam bikin."
Elvan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku ji bo esnafên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê zirar dîtin hin tevdîr hildane û got ku heger hewce bike wê hin tevdîrên din jî hildin.
- "Bêbextiya Demirtaş bi serdana wî ya li Rûsyayê hat dîtin"
Elvan der barê serdana Demirtaş a li Rûsyayê da wiha got: "Gelê me, bi taybetî jî welatiyên ku ray dane HDPyê bi serdana li Rûsyayê dîtin ku HDP partiyeke çawa ye û li dijî welêt di nav bêbextiyeke çawa da ye. Demirtaşê ku tenbûr dida destê xwe û kanal bi kanal digeriya û bi saya hin medyayan reklama wî dihat kirin, ev e. Niha binivîsînin, gelo Demirtaş bi tembûra xwe çû? Ji bo ji Lavrov û Pûtîn ra li tembûrê bixe çû, ji bo çi çû?"
- "Em ê jî hin gavan biavêjin"
Elvan ji bo biryara Rûsyayê ya seba sepandinên aboriyê wiha got: "Em ê bisekinin û bibînin ku wê çi bikin û kîjan sepandinan pêk bînin. Helbet heger wiha bikin em ê jî hin tiştan bikin. Planên me yên B û Cyê hene. Ev hemû amade ne. Dema ku Rûsya sepandinên xwe bike, em ê jî hin gavan biavêjin."
- "Bankeya Navendî saziyeke serbixwe ye û biryarên xwe hildide"
Lutfî Elvan der barê Bankeya Navendî da wiha got: "Bankeya Navendî saziyeke serbixwe ye û biryarên xwe hildide. Bi tu awayî midaxeleya hikûmeta me ya li ser Bankeya Navendî tuneye. EZ dixwazim vê bi eşkereyî bibêjim. Ez wisa difikirim ku bankeyê geşedanan baş fehm kiriye û dîsa wê li gor geşedanan nexşerêya ku daye ber xwe tevbigere."