Mümin Altaş
07 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî qebûl kir.
Qebûla li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan jî cih girt.

-Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Serokwezîrê HKIyê Barzanî ra hat cem hev
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Enqereyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî ra hat cem hev.
Di parvekirina li ser hesabê Wezareta Karên Derva ya medyaya civakî Xê da hat ragihandin ku Wezîr Fîdan li Enqereyê bi Serokwezîrê HKIyê Barzanî ra hevdîtin kir.
Di parvekirinê da cih dan wêneyê hevdîtinê jî.
Der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Barzanî da daxûyanî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî da diyar kir ku "Rêya Pêşketinê" di serî da, hewcedarî bi projeyên ku wê îstiqrar û refaha herêmê zêde bikin heye.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê piştî hevdîtina rûbirû ya Serokomar Erdogan û Barzanî û ya bi heyetan ra ya li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê da têkiliyên bi HKIyê ra û mijarên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku di bin ronahiya geşedanên li Sûriyeyê da Tirkiye girîngiyê dide parastina îstiqrar û ewlehiya Iraqê.
Erdogan anî ziman Tirkiye hewl dide ku geşedanên li Sûriyeyê li herêmê nebe sedema rewşên bêîstiqrar yên nû û di dahatûya Sûriyeyê ya nû da cihê rêxistinên terorê û unsurên girêdayî wan tune.
Serokomar Erdogan diyar kir ku "Rêya Pêşketinê" di serî da, hewcedarî bi projeyên ku wê îstiqrar û refaha herêmê zêde bikin heye.