10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras re li ser têlefonê axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat hildan, di hevdîtina ku danê êvarê pêk hat de, Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras derheqê meseleya Qibrisê de axivîn û fikr û ramanên xwe yên derbarê mijarê de par ve kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Aleksîs Çîpras bal kişand ser encamên mizakereyên li Cenewreyê û hat îfadekirin ku ji bo bidestxistina encamekî erênî divê her du alî jî çêyiyê bixwazin.