Muhammet Kurşun
09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
TEHRAN
Serokomarê berê û Serokê Konseya Diyarkirina Berjewendiyên Nîzama Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencaniyê ku 82 salî ji ber qrîza dil wefat kir li Îranê wek "Pêşengê manewî yê muhafezekarên miyanrew" dihate naskirin.
Refsencaniyê ku navê wî yê esil Ekber Haşimî Behremanî ye, li gundê Behremana ser bi navçeya Refsencana eyaleta Kermanê 25ê Tebaxa 1934an wek kurê malbateke dewlemend ku hilberîna fistiqên Şamê dikir hate dinyayê.
Refsencanî, berî şoreşa Îranê (1979) beşdarî hereketa Ayetullah Xumeynî bû, di şerê Iraq û Îranê de (1980-1988) roleke serekî lîst. Di navbera salên 1989 û 1997an de du serdeman wezîfeya serkomariyê kir û heta wefata xwe jî serokatiya Konseya Diyarkirina Berjewendiyên Nîzama Îranê birêve dibir.
- Rolê wî di hilbijartina Xemaney de
Yek ji hevalê nêzîk yê Rêberê Îranê Elî Xemaney Refsencanî, wek kesê ku Xemaney tevlî siyaseta Îranê kiriye tê zanîn.
Piştî wefata Rêberê Şoreşa Îranê Xumeynî, di civîna Meclisa Pisporan de ku ji bo cînişînê Xumeynî hilbijêrin kombibûn, Refsencanî gotineke Xumeynî ku dibêje "Bila Xemaney piştî min bibe rêber" neqil kir û mora xwe li rojevê xist. Bi vî awayî Xemaney, piştî Xumeynî bi arîkariya Refsencanî hatibû ser kar.
Wek şexsiyetekî baskê muhafezekar Refsencanî, siyasetmederakî rêz ji tercihên xelkê Îranê nîşan dida. Bi taybetî di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de xwedî wî fikrî bû ku terciha xelkê qedera welat diyar bike.
Ev aliyê Refsencanî, bi beşdariya pêşengê reformîst Mûhemmed Xatemî li hilbijartina serokomariyê (1997) zelal bû. Piraniya xelkê serokekî reformîst hilbijart, loma wî jî helwesta xwe bi aliyê xelkê ve danî. Refsencaniyê muhafezekar wê heyamê dest bi hîmayekirina reformîstan kir. Ev meyla wî di hilbijartina serkomariyê ya ku bi muhafezekar Mehmûd Ehmedînecad re ketê diyartir bû. Alîgirên reformê di wê hilbijartinê de piştgirî dane Refsencanî. Bi vî awayî mesafeya di navbera Refsencanî û dostên wî yên qedîm ên muhafezekar zêdetir eşkere bû.
Herçiqas di navbera wî û pêşengê muhafezekarên li welat Xemaney de îxtilaf hebe û di hinek mijaran de li hev nekin jî, ev îxtilaf rasterast dernedixistin holê, lê bi rexneyên sergirtî ev anîn ziman.
- Piştgiriya wî bo reformîstan
Refsencanî, di hilbijartina 2009an a serokomariyê de bû alîgirê reformîstan û piştgiriya Mîr Huseyn Mûsewî kir. Di rûdanên ji ber vê hilbijartinê derketin de muhafezekaran zext li malbata Refsencanî kir. Vê zextê cudabûna di navbera Refsencanî û muhafezekaran de zelaltir kir.
Keça Refsencanî Faîze Refsencanî, ji ber helwest û daxuyaniyên xwe yên alîgirê reformîstan rastî heqaretên giran hat û piştre jî hat binçavkirin. Kurê Refsencanî Mehdî Haşimî jî bi îddiaya bertîldanê 10 salan hate mehkûmkirin.
Digel van muameleyan hemûyan jî Refsencanî meqamê xwe ji bo berjewendiyên siyasî yên zarokê xwe bikar neanî. Vê helwestê nêzîkbûna xelkê li Refsencanî zêdetir kir.
- Piştgiriya wî bo Rûhanî
Refsencanî, di muzakereyên nukleerî de piştgiriyeke tam da Serokomar Hesen Rûhanî. Muhafezekaran ji ber peymana nukleerî Rûhanî bi awayekî tund rexne kir, lê Refsencanî daxuyaniyên di lehê Rûhanî de dan.
Di hilbijartina Sibata 2016an a Meclisa Pisporan de lîsteya Refsencanî piştgiriyeke baş ji xelkê wergirt.
- Siyasetmedarekî ji bo xwerexneyê vekirî
Refsencanî, di her firsendê de ragihand ku divê Îran xwe ji dinyayê re veke û bi welatên Rojavayî re têkiliyê deyne. Refsencanî herwiha tewsiyeya wê yekê dikir ku bi Siûdî re jî têkiliyên baş bên danîn. Refsencanî bi vê helwesta xwe ya miyanrew û erênî derkete pêş.
Der barê nêzîkbûna Siûdî û Îranê de Refsencanî ragihand ku ew lê dixebite alimên herdu welatan bîne cem hev lê ev xebat ji aliyên hinek kesên di nav Îranê de tê astengkirin. Van gotinên Refsencanî li Îranê bûn sedemê nîqaşeke nû.
Refsencanî der barê tundrewî û şere ku ji ber teessuba mezhebî derketiye holê de aciziya xwe anî ziman. Di hevpeyvîna xwe ya ku pirsgirêkên Şiî û Sunniyan anî ziman de rexne li alema Şiî girt. Refsencanî, di rexneya xwe ya li ser Şiiyan de wiha gotibû: "Ji ber ku di nav Şiiyan de nalet li sehabiyên Pêxemberê me tê kirin, zemîn ji bo derketina rêxistinên wek DEAŞê tê amadekirin."