Kaan Bozdoğan
11 Nîsan 2026•Rojanekirin: 11 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û ragihand ku Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron bi telefonê axivîne.
Li gor agahiyan di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Fransayê û her wiha mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan gotiye ku hewldanên dîplomatîk yên ku Tirkiye û welatên têkildar bi hev ra meşandine, di pêvajoya agirbesta di Şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê da roleke girîng lîstiye.
Li gor agahiyan Erdogan diyar kir ku destpêkirina qonaxa duyemîn ya plana aştiyê ya li Xezeyê girîng e û got ku divê ew pêşketina ku di vî warî da hatiye bidestxistin ji dest nedin.
Hat diyarkirin di axaftina Serokomar Erdogan û Macron da li gorî hiqûqa navneteweyî serbestiya seyrûseferê ya li Tengava Hurmuzê û her wiha geşedanên li Sûriyeyê jî hatine gotûbêjkirin.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan diyar kiriye ku divê di êrîşên li ser Libnanê da rê nedin hewlên sabotekirina pêvajoya agirbestê û gotiye ku Tirkiye wê alîkariya xwe ya ji bo pêvajoyê bidomîne.