İbrahim Atmaca
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê sibê ji bo Civîna 8emîn a Konseya Stratejîk a Payebilind a Tirkiye û Ukraynayê, here Ukraynayê.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, bi serokatiya Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy û bi beşdariya wezîran va li Kievê Civîna Konseyê wê were lidarxistin û wê li ser mijarên dualî û herêmî hûr û kûr bisekinin.
Serokomar Erdogan wê di ziyaretê da der heqê rewşa Tatarên Qirimê da were agahdarkirin, ji bo xurtkirina têkiliyên şirîkatiyê yên bi Ukraynayê ra wê li ser derfetên tevkariyê yên nû bisekinin.
Tê payîn ku Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy di Foruma Kar a Tirkiye û Ukraynayê da bi karsazan ra jî rûnên.