Haydar Şahin
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
MECLIS
Fuat Oktayê Cîgirê Serokomar û wezîrên teze yên ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan do tayîn kiribûn li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwarin.
Lijneya Giştî ya Meclisê di seroktiya Durmuş Yilmazê Serokê Meclisê yê Berwext da kom bû.
Yilmaz ji Cîgirê Serokomar û wezîrên teze ra serkeftin xwest û gazî Lijneya Giştî kir.
Fuat Oktayê Cîgirê Serokomar û wezîrên teze bi hev ra hatin Lijneya Giştî û li kursiyên komisyonê rûniştin.
Durmuş Yilmaz diyar kir ku li gor Qanûna Bingehîn parlementeriya Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu bi dawî bû.
Paşê li gor rêzê Fuat Oktayê Cîgirê Serokomar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Gencan û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Ersoy, Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan hatin kursî û sond xwarin.
Ji bo merasima sondxwarinê bi tenê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li Lijneya Giştî ya Meclisê ma.
Wezîrên nû li şûna wezîran li kursiyên komisyonan rûniştin.
Durmuş Yilmazê Serokê Meclisê yê Berwext hetanî Hilbijartina Serokê Meslisê ya 12ê tîrmehê roja pêncşemê saet 14.00an rûniştin girt.