Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi hin wezîrên ku ji bo Lijneya Berwext ya Wezîran hatin wezîfedarkirin re hevdîtinek kir.
Davutoglu û wezîran li Koşka Çankayayê û di Avahiyê Fermî ya Serokwezîrtiyê de hevdîtin kirin.
Serokwezîr Davutoglu û Wezîrê Çand û Turîzmê Yalçin Topçu li Koşka Çankayayê hatin bal hev.
Davutoglu, Wezîrê Pêşketinê Muslum Dogan, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok jî cuda cuda di Avahiyê Fermî yê Serokwezîrtiyê de qebûl kir û bi wan re qasî demekî axivî.