Li Diyarbekirê Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpek û 3 kesên din ên ku bang kiribûn ku dikan bên girtin û ji ber vê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Der barê Hevserok Hafîze Îpek, Celal Gîdîcî, Ahmet Bagca û Kerem Aktaş ên ku hat îdiakirin ku li ser navê rêxistina terorê bang kirine û zor dane esnafan ku ew dikanên xwe bigrin, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê lêpirsîn dabû destpêkirin.
Piştî karên wan ên ewlehiyê û îfadeya wan a dozgeriyê ew sewqî hakimtiya nobedar bûn.
Mehkemeyê biryara girtinê da Îpek û yên din.
Di 26ê tebaxê de li ser banga Serokatiya Bajêr a DBPyê, li bajêr dikan hatin girtin, otobêsên şaredariyê nexebitîn. Ji ber vê jî welatî mexdûr bûbûn.