23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku di 30yê kanûna pêşîn de bi wan re hevdîtinê bike ji serokên partiyên siyasî yên ku li TBMMyê koma wan heye randevû xwest.
Li gor daxuyaniya ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hat dayîn Serokwezîr Davutoglu ji bo 30yê kanûna pêşîn roja çarşemê ewil di mijarên budçe, reform û tuzuka navxweyî bi taybetî jî ji bo ku mijara destûra bingehîn a nû binirxînin ji Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş randevû xwest.
Dan zanîn tê plankirin ku hevdîtin heman rojê bên kirin lê bernae hêj tam diyar nebûye. Hat gotin dema ku bername teqez bûn dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Hat bibîrxisrin ku Serokwezîr Davutoglu hem beriya hilbijartinê hem jî piştî hilbijartinê di mijara bila 4 sal baş bê nirxandin de daxuyanî dan û piştî 7ê hezîranê jî çû ba hemû partiyên siyasî.
Hat destnîşankirin ku ku Davutoglu her car dibêje ku di Destûra Bingehîn a ku dê parlementerên nûnerên gel çêkin de divê bi hemû aktorên siyasî yên ku li Parlementoyê koma wan heye re hevdîtin bê kirin û di vê çarçoveyê de beriya ku bikevin sala 2016an dixwaze ku van hevdîtinan pêk bîne.
- Dê bi Kiliçdaroglu re di 30yê kanûna pêşîn de bê bal hev
Di vê navberê de hat ragihandin ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu bersiva erênî da daxwaza randevûyê ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu.
Hat ragihandin ku dê hevdîtina di navbera Davutoglu û Kiliçdaroglu de 30yê kanûna pêşîn roja çarşemê bê kirin.