Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi balafireke ku ya Rêyên Hewayê ya Tirk duh di saet 18.30an de çû Fînlandiyayê.
Li Balafirgeha Esenbogayê Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan, Waliyê Ankarayê Alaaddîn Yuksel, Serokê Şaredayiya Mezin a Ankarayê Melîh Gokçek û hin rayedarên din Serokwezîr Erdogan verê kirin.
Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Enerjiyê Taner Yildiz, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglû û hin parlamenter û lijneyeke ku ji bazirganan pêk dihat bi Serokwezîr Erdogan re çûn Fînlandiyayê.
Erdogan dê ji Fînlandiyayê derbasî Îsveçê bibe û di 8ê mijdarê de jî li Polonyayê pêwendiyên fermî bike.