Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fînlandiyayê Saulî Nînîsto li Qesra Fermî ya Serokomariyê hatin bal hev.
Serokomarê Fînlandiyayê Nînîsto ji ber ziyareta Serokwezîr Erdogan kêfxweşiya xwe anî ziman û li ser projeya Marmarayê sekinî.
Nînîsto diyar kir ku berê li Tirkiyeyê li ser Marmarayê re derbas bibû û got ku projeya Marmarayê baş bû, ez ji ser Marmarayê re derbas bibûm, niha jî dixwazim ku ji bin re derbas bibim.
Hevdîtinê pişt re ji bo çapemeniyê bi awayekî girtî berdewam kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Vejenê Taner Yildiz, Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê Bînalî Yildirim, Wezîrê Karên Avê û Daristanan Veysel Eroglu û Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan jî cî girtin.
- Bi welatiyên tirk re sohbet kir"
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo temasên xwe yên fermî ji otêla ku dima derket, bi welatiyên tirk yên ku li benda wî bûn re sohbet kir û wêne kişand.
Di vê navberê de endamê Yekîtiya Demokratên Tirk yê Ewropayê Ozgur Beter, albûmeke muzîkê ya ku tê de berhemên nivîskarê sirûda neteweyî ya Fînlandiyayê Jean Sîbelîus cih digrin, diyarî Serokwezîr Erdogan kir.
- "Erdogan bi Serokê Parlementoya Fînlandiyayê Heînaluoma re hevdîtin kir"
Serokwezîr Erdogan piştî Serokomarê Fînlandiyayê bi Serokê Parlementoya Fînlandiyayê Heînaluoma re hevdîtin kir.
Piştî ku dîmenê hevdîtinê hat kişandin, hevdîtin ji çapemeniyê re hat girtin.
Di hevdîtinê de Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Karên Avê û Daristanan Veysel Eroglu jî amade bû.