ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, dê di hefteya ewil ya îlonê de here Arjantîn û Rûsyayê.
Li gorî agahiyên Serwezaretê, Erdogan dê di 4ê îlonê de here Rûsyayê. Serokwezîr, dê di 5-6ê îlonê de li Petersbûrgê beşdarî Lûtkeya Serokan ya G20ê bibe.
Erdogan di 6ê îlonê de dê ji Petersbûrgê derbasî Arjantînê bibe. Serokwezîr li wir dê beşdarî civîna Komîteya Olîmpiyatê ya Navnetewî bibe.